Serokê Herêma Kurdistanê di salvegera teqînên 1 Sibatê de banga yekrêziyê dike

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta hevdehemîn salvegera teqînên 1 Sibatê peyamek belav kir.

Îro 1 Sibata 2021 ye û 17 sal bi ser teqînên 1 Sibata sala 2004 re derbas dibe.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi vê helkeftê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de dibêje, em serê xwe bo ruha pak ya wan şehîdan diçemînin û bi rêz wan bi bîr tînin.

Nêçîrvan Barzanî her wiha dibêje, werin em bîranîna şehîdên xwe û ezîzên xwe, ku xwîna wan tevlî hev bû, bikin hevêna yekrêziyê bo bidestxistina armancên xwe.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye