Serokê Herêma Kurdistanê di salvegera komkujiya Sêmêlê de peyamek belav kir

.

Serokê Herêma Kurdistanê di salvegera 93ê ya "Roja Şehîdên Aşûrî" de peyamek belav kir û tê de rêz û hurmeta xwe ji bo canê şehîd û qurbaniyên komkujiya Sêmêlê diyar kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Înî, 7ê Tebaxa 2026ê) li ser rûpela xwe ya tora civakî ya Xê peyamek belav kir ku tê de ragihand: “Di salvegera 93ê ya Roja Şehîdên Aşûrî de, em silavên rêz û wefadariyê ji bo canê şehîd û qurbaniyên bêtawan ên komkujiya Sêmêlê dişînin.

Serokê Herêma Kurdistanê di wê peyama xwe de amaje jî da ku li sala 1933ê de li gel şêniyên zêdetirî şêst gundên parêzgehên Mûsil û Dihokê, ew Aşûrî bûn qurbaniyên destê deshilata wî çaxî ya padîşahiyê ya Iraqê.

Nêçîrvan Barzanî di vê bîranîna biêş de, ligel tekezkirina li ser parastin û xurtkirina çanda piralî, pêkveyjiyan û hevduqebûlkirinê, hemî pêkhateyan piştrast dike ku Kurdistan dê ji bo herdem wekî nîştimanê hevpar ê hemiyan bimîne.

Kurdistan Haberleri

Gaveke dîrokî: Pêşmerge bi tememî bûn yek
Mesrûr Barzanî: Em di yekkirina hêzên Pêşmergeyan de bi ser ketin
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk doza Kurdî li Bakur û Rojava dinirxîne
Peyama kak Mistefa Hicrî li derheq êrîşa neheqî bo ser bavê şehîd Jîna Emînî
N. Aso Minberî: Mangirtin, Rapersîyeke Berdewam