Serokê Herêma Kurdistanê cejna Çilê Havînê li Êzidiyan pîroz dike

.

Serokê Herêma Kurdistanê Bi helkefta Cejna Çilê Havînê peyameka pîrozkirinê arasteyî Mîrê Êzidiyan, Babeşêx, Civata Ruhanî û hemî Êzidiyan li Kurdistan û cîhanê kir û tekez li ser parastina çanda pêkvejiyanê kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro (Yekşem, 2ê Tebaxa 2026ê) di peyamekê de ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Cejna Çilê Havînê li Êzidiyan pîroz dike û dibêje: “Ez Cejna Çilê Havînê bi germî li Cenabê Mîrê Êzdiyan, Babeşêx, Civata Ruhanî û hemî welatiyên me yên Êzidî li Herêma Kurdistanê, Iraqê û herwesa li hemî Êzdiyan li seranserê cîhanê pîroz dikim. Ez hêvîdar im ev cejn bi xêr û xweşî ji hemiyan re vegere.”

Di pareka din a wê daxuyaniyê de hatiye: “Em welatiyên xwe yên Êzidî û hemî pêkhateyên neteweyî û olî piştrast dikin ku Herêma Kurdistanê dê her bimîne warê pêkvejiyanê û welatê hemiyan bê cudahî û deem  her dem parêzvanên çanda pirrengiyê bin.”

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê

Ez Cejna Çilê Havînê bi germî li Cenabê Mîrê Êzdiyan, Babê Şêx, Civata Ruhanî û hemî welatiyên me yên Êzidî li Herêma Kurdistanê û Iraqê, her wiha li hemî Êzdiyên li seranserê cîhanê pîroz dikim. Ez hêvîdar im ev cejn bi xêr û xweşî ji hemiyan re vegere.

Em welatiyên xwe yên Êzidî û hemî pêkhateyên neteweyî û olî piştrast dikin ku Herêma Kurdistanê dê her bimîne warê pêkvejiyanê û welatê hemiyan bê cudahî û em dê her dem parêzvanên çanda pirrengiyê bin.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

02.08.2026

Kurdistan Haberleri

Sekreterê Giştî yê Partiya Dêmokrat yekxistina Hêzên Pêşmerge pîroz kir
Wezîrê Pêşmergeyan: Pêvajoya yekkirina Pêşmergeyan bi serkeftî qediya
Gaveke dîrokî: Pêşmerge bi tememî bûn yek
Mesrûr Barzanî: Em di yekkirina hêzên Pêşmergeyan de bi ser ketin
Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk doza Kurdî li Bakur û Rojava dinirxîne