Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî êrîşa terorîstiya bajarê Nice şermezar kir

Êrîşa terorîstan ya ser beşdarbûyên salvegera roja niştîmaniya Fransa êrîşkirine li ser prensîp û bihayên azadîxwazî û wekhevî û birayetiya şoreşa Fransa ku biha û prensîpên însanî û cîhanî ne

Beyan wiha ye:
Êrîşa terorîstiya bajarê Nice (Nîs) a Fransa û kuştina hemwelatiyên bê tawan bi destê terorîstan li salvegera roja niştîmaniya Fransa gelek ez xemgîn û û dilgiran kirim. Gelek bi tundî wê kirdara dirindaneye terorîstan şermezar dikim û bi navê xwe û gelê Kurdistanê serxweşiyê li we û gelê Fransa û kesukarê qurbaniyên vê rûdana diltezîn dikim, hêviya başbûnê ji bo birîndaran dixwazim.

Terorîst dijminê mirovayetiyêne û dijî azadî û bexteweriya mirovin li hemû cîheke cîhanê da. Êrîşa terorîstan ya ser beşdarbûyên salvegera roja niştîmaniya Fransa êrîşkirine li ser prensîp û bihayên azadîxwazî û wekhevî û birayetiya şoreşa Fransa ku biha û prensîpên însanî û cîhanî ne.

Li van demên xemgîn da gelê Kurdistanê ku bi xwe qurbanê destê terore û li hêla yekema şerê terorîstan daye, hevsozê gelê Fransaye. Bi we yê rêzdar radigihînim gelê Kurdistanê li şerê dijî teror û rûbirûbûna tundrewiyê da bi hemû şiyanek ve piştevanê gel û Hikûmeta Fransayê doste.
15.07.2017
 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin