Em di ‘’pêvajoyeke nû’’ de derbas dibin ku her alîyek li gorî berjewendî û fikrên xwe navekî lê dikin.
Hemû rayedarên Dewleta Tirkîyeyê bi awayekî vekirî dibêjin ‘’Armanca vê pêvajoya ku tê behs kirin, ava kirina ‘Tirkîyeya Bêteror’ e’’.
Bi desthilatî û mixalefeta xwe ve, hemû partî û rêvebirên Dewleta Tirkîyeyê, bi bêminetî dibêjin, ‘’Bi tu awayî, guhertina her çar xalên ewil ên Qanûna Bingehîn a Tirkîyeye ne mimkun e’’.
Serokkomarê Tirkîyeyê Erdogan, Serokê Parlamentoya Tirkîyeyê û yê ‘’Komîsyona Piştgirîya Neteweyî, Biratî û Demokrasîyê’’ ya ku di Parlamentoya Tirkîyeyê de hatîya ava kirin Nûman Kûrtûlmûş, Serokê MHPyê Dewlet Bahçelî, hemû rayedarên Dewleta Tirkîyeyê û partîyên di mixalefetê de jî dibêjin ‘’Em ji xeynî zimanê tirkî tu zimanî wek zimanê fermî û wek zimanê perwerdeyê qebûl nakin. Ji xwe statuyeke sîyasî qet ne di rojeva me de ye, em bi tu awayî qebûl nakin’’.
Devlet Bahçeli dibêje ‘’Heger HSD li gorî mitabaqata ku bi Şamê re îmze kirîye tevnegere, dê bi îradeya hevbeş ya Enqere û Şamê midaxaleyên leşkerî pêk bên’’. Wezîrê derve yê Dewleta Tirkîyeyê Hakan Fîdan jî, bi eynî naverokê, bi awayekî zelal kurdên Rojavayê Kurdistanê tehdit dike.
Abdûllah Ocalan, bi awayekî zelal dibêje ‘’Dewleteke neteweyî, federalî, otonomî û daxwazên kulturalîst ne li gorî rastîya dîrokî ya civatê ye. Netewa demokratik, cimhûrîyeta demokratik û hemwelatîya wekhev, entegrasyona demokratîk rêbaza çareserîyê’’.
Lê li gel van hemû gotin û helwestên Ocalan û rayedarên Dewleta Tirkîyeyê jî em dibînin ku rêvebirên DEM Partîyê, gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên kurdan, beşeke mezin ya ragehandina kurdî, dibêjin ‘’Ev destpêka pêvajoya aştîyê, çareserîya pirsa kurd, demokrasi û azadîyê ye. Guhertinên mezin di rê de ne’’.
Hinek kes jî dibêjin ‘’Ocalan û Erdogan ji bo gele tirk netirsînin, hêdî hêdî wan qani bikin, taktîk dikin, di eslê xwe de ji bo kurdan dê gelek guhertinên baş bêne pêk anîn’’.
Heger em bi awayekî bêalî li meseleyê binerin, emê bibînin ku gelê Kurdistanê piştgirîyê didin çek danîna PKKyê û rawestandina operasyonên leşkerî yên Dewleta Tirkîyeyê. Heta em dikarin bêjin ku piranîya gelê Tirkîyeyê jî ji vî şerî bêzar bûne.
Bêguman, çek danîna PKKyê di berjewendiya gelê me de ye û divê Dewleta Tirkîyeyê jî dawî li hemû operasyonên xwe yên leşkerî yên li ser hemû perçeyên Kurdistanê bîne. Li şûna şer û şîddetê, kar û xebat bi rêbazên siyasî, sîvîl û demokratîk bên meşandin û bi rêya dîyalogê zemîna çareserkirina pirsgirêkan çêbibe ev dê destkeftinek be. Em ê piştgirîyê bidin her gaveke ku bi vê armancê bê avêtin.
Lê, aşkereye ku gelê Kurdistanê, potansîyela ku piştgirîya DEM Partiye dike, bi gotin û helwestên Ocalanî û DEM Partîyê ne razî ne, ne qani in. Ji ber vê rastîyê jî DEM Partî ji bo ‘’tefsîra’’ gotinên Ocalanî, mecbûr maye ku 2000 hezar civînan bi gel re pêk bîne û gotine dê ev civîn berdewam bibin.
Belê, li Rojhilata Navîn guhertinên cidî û dîrokî û tevlihevîyên mezin ên herêmî di rojevê de ne. Dewleta Tirkîyeyê ditirse ku ev guhertin û tevlihevî rê ji azadî û statuya sîyasî ya kurdan re xweştir bike. Sebebê esasî yê hewlên Dewleta Tirkîyeyê jî, ji ber rê li ber girtina destkeftîyên kurdan e.
Bêyî şik, em dikarin bejin ku vê raman û fikareyê di serê piranîya kurdan de cîh girtîye: ‘’Armanc û nîyeta sereke ya di dilê Dewleta Tirkîyeyê de ye ew e ku her tişt weha bê dîzaynkirin ku kurd li tu platformekê û li tu perçeyekî Kurdistanê wekî aliyekî neyên mixatab girtin û heger mimkun be, tu statûyeke siyasî, tu mafekî kollektîf ên milî, tu destkeftîyekê bi dest nexin, an jî di asta herî nizim de destkeftîyê bi dest bixin. Hedefa yekem ya îro jî ew e ku hemû îmkan bên seferberkirin da ku rê li ber bidestxistina statûyeke neteweyî, cografîk û siyasî û mafên kolektîf ên neteweyî û demokratîk li Kurdistana Rojavayê bê girtin’’.
Belê, tecrûbeyên dîrokî yên kurdan û helwestên ku îro têne nîşandan, vê fikrê di nav kurdan de xurt dike: ‘’Dewleta Tirkîyeyê bi vê têgihiştinê tevdigere: Bila kurd li tu derê dayika xwe nebinin. Kurd, ne tene li Tirkîyeyê û Bakurê Kurdistanê, li tu perçeyî, li tu derê mafê kollektîf ên miletbûnê, mafê statuyeke sîyasî bidest nexe’’.
Her çiqas em piştgirîya çek danîna PKKyê û rawestandina operasyonên Dewleta Tirkîyeyê dikin jî; li gorî gotin û helwestên Dewleta Tirkîyeyê û Ocalanî yên heta îro derketine pêş, mixabin em nikarin behsa pêvajoyeke aştî, çareserîya pirsa kurd, azadî, demokarasî û biratîyê bikin.
Li gel van hemû daxuyanî û helwestên Ocalanî û Dewleta Tirkîyeyê yên ku behsa tu maf û azadîyên kurdan nakin, hinek kes û alîyên sîyasî hîna jî dibêjin ‘’Ji bo çareserîya pirsa kurd, demokrasî, azadî, edalet, aştî û wekhevîyê dê guhertinên mezin pêk bên’’. Ez dixwazim ji wan alî û kesan bipirsim: Gelo mitabaqateke veşartî ku hûn dizanin, lê hûn ji civatê vedêşêrin heye ku hûn weha bi awayekî rehet ‘’hêvîyan difroşin’’? Gelo mitabaqateke ku hûn ji 30 milyon kurdên Bakur, ji 4 milyon kurdên Rojava, ji 70 milyon kurdên cîhanê vedişêrin heye?
Belê, bi partîyên xwe yên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, hemû beşên kurdan, bêyî ku demê winda bikin, divê bêjin ‘’Em alîyê kurdî ne, em tu hewlên ne şefaf, yên bêyî agahdarîya me, li derveyî îradeya me bêne kirin qebûl nakin’’. Divê li ser daxwazên xwe yên acîl yên milî, demokratik dest bidin hev û ji bo siberoja xwe wek alîyekî însiyatîfê bigrin, da ku nebin qurbana biryarên ku hinek kes û alî li dijî îradeya wan, li pişt deriyên girtî di derbarê çarenûsa wan de bigrin
07.09.2025
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)