Serokê Giştî yê PAKê Özçelik: ”Êdî ji serxwebûnê veger tune ye’’

Serokê Giştî yê PAK'ê Mustafa Özçelik, ji ber referandûma serxwebûnê çend rojin li gel gelek rêveber û endamên PAKê li Hewlêrê ne. Bi vê minasebetê, heyetên PAKê, bi serpereştîya Serokê Giştîyê PAKê Mustafa Özçelik, seredana hinek partîyên sîyasî yên Kurd

 

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, li gel heyeta PAKê roja 27.09.2017an li Hewlêrê serdana YNK(Yekitî Niştimanîya Kurdistanê) û YEKGIRTÛ(Yekgirtû  Îslamî ya Kurdistanê) kir.

Heyeta PAK'ê aliyê Endamê YNK'ê Sadi Ahmed Pire ve hate pêşwazî kirin.

Di vê hevdîtinê de, herdu alîyan referandûmê û encamên wê yên erênî de, di derbarê girîngîya  serxwebûna  Başûrê Kurdistanê de bîr  û rayên xwe yên hevbeş anîn ziman. Herweha herdu alîyan jî  bal kişandin ser girîngî û pêwîstîya  pêşde birina peywendîyên PAK û YNKyê. Di vê hevdîtinê de di derbarê rewşa Başûr û Bakurê Kurdistanê, siyaseta dewletên herêmê û yên weke Emerîka, dewletên Ewrûpa û yên din ku li Rojhilata Navîn de roleke mezin  dilihîzin de bîr û rayên xwe bilêv kirin.

Her wiha piştî hevdîtinan civînek çapemeniyê hat lidarxistin. Di civîna çapemenîyê de, Rêzdar Mustafa Özçelik got ‘’Em weke PAK ji bo piştgirî û çavdêrîya referandûmê nuha Başûrê Kurdistanê ne. Me  ji roja ewil de bêyî qeyd û şerd  ji referandûme re jî, ji serxwebûnê re jî got ‘Belê’.Referandûm li hiber hemû zextên navxweyî û yên derveyî berxwedanek bû.Encamên referandûmê serhildaneke, ronesansa hemû Kurd û Kurdistanîyan e.Em gelê xwe yê Başûrê Kurdistanê ji ber beşdarîya wan ya zêde û ji ber ‘erê’ya ji % 90î zêdedir pîroz dikin. Êdî ji serxwebûnê veger tune ye’’. Her wiha Mustafa Özçelik got em ê serdana  partîyên din yên Başûrê Kurdistanê jî bikin.

Sadi Ahmed Pire jî got ‘’Emê peywendîyên xwe li gel PAK'ê geştir bikin.Em piştgirîya yekrêzîya hemû partî û alîyên Bakurê Kurdistanê dikin’’ û di derbarê referandûmê,serxwebûnê, helwesta Tirkîyeyê û Iraqê û dewletên cîhanê de bîr û rayên xwe anî ziman.

Her wiha piştî seredana YNK'ê, heyeta PAK'ê seredana YEKGIRTÛ kir.

Serokê Encumena Sîyasî ya Yekgirtû Dr. Hadî Elî, Endam û Kargerê  Encûmena Rêveber Rêzdar  M. Xelîl Îbrehîm, Berpirsê Dezgehê Peywendîyan Rêzdar Seyîd Nesreddîn û Endamên Dezgehê Peywendîyan Meqdîd Sedîq û Ferhan Esed, pêşwazîya heyeta PAK'ê kirin.

Mustafa Özçelik, ji bo vê pêşwazîyê û herweha ji bo ku heyeteke Yekgirtû beşdarî  komxebata PAKê ya li Amedê bibû, spasîyên xwe pêşkêş kir.

Mustafa Özçelik,ji ber sîyaset û helwesta netewî û dîrokî ya Yekgirtû yê ya di derbarê referandûmê de  jî  spasî û pîrozbahîya hemû rêveber û endamên Yekgirtû yê kir.

Dr. Hadî Elî, di derbarê prosesa referandûmê û di derbarê vekirina Parlamentoya Kurdistanê û biryara Encumena Parêzgeha Kerkûkê de helwesta Yekgirtû de agahdarî da. Herweha behsa girîngîya referandûmê û serxwebûnê ya ji bo gelê Kurdistanê  kir.

Her wiha heman rojê heyeta PAK'ê  Serdana PSDK û KOMALA jî kir

Heyeta PAKê li Kerkûkê ji alîyê Serokê PSDK'ê Heme Hacî Mehmûd û beşek endamên Mekteb Sîyasî û Komîteya Navendî û pêşmergeyên di cepheya şerî de ne hate pêşwazî kirin.

Di vê hevdîtinê de, herdu alîyan di derbarê referandûmê û encamên wê yên erênî de, di derbarê girîngîya  serxwebûna  Başûrê Kurdistanê de bîr  û rayên xwe yên hevbeş anîn ziman. Herweha herdu alîyan jî  bal kişandin ser girîngî û pêwîstîya  pêşde birina peywendîyên PAK û PSDKê. Di vê hevdîtinê de di derbarê rewşa Başûr û Bakurê Kurdistanê, siyaseta dewletên herêmê û yên weke Emerîka, dewletên Ewrûpa û yên din ku li Rojhilata Navîn de roleke mezin  dilihîzin de bîr û rayên xwe bilêv kirin.

Mustafa Özçelik bi taybetî, rol û helwesta Heme Hacî Mehmûd ya di doza azadîya Kurdistanê, di şerê li dijî DAIŞê û di xebata referandûmê de pîroz kir, berz nirxand.

PAKê roja 28.09.2019an li Silêmanîyê seredana KOMALA kirin .

Abdullah Muhtedî jî , piştgirîya xwe ji bo referandûmê û serxwebûna başûrê Kurdistanê de anî ziman.Herweha di derbarê rewşa Rojhilatê Kurdistanê, sîyaseta rejîma îranê, peywendîyên partîyên Rojhilatê Kurdistanê de agahdrî da, bîr û rayên xwe anî ziman.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin