Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik Seredana Serokê Giştî yê PDK-İranê Mistefa Hîcrî Kir.

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê(PAK) Rêzdar Mustafa Özçelik ligel endamê Bireveberiya Navendî ya PAKê Orhan Kaya û endamê Komîteya Başûrê Kurdistanê Temo Ayas, seredana Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-İran) kir.

Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Rêzdar Mustafa Özçelik ligel endamê Bireveberiya Navendî ya PAKê Orhan Kaya û endamê Komîteya Başûrê Kurdistanê Temo Ayas roja 17.04.2018an li Başûrê Kurdistanê, li Koy Sancaqê seredana Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-İran) kir.

 

Heyeta PAKê ji aliyê Serokê Giştî yê PDK-İranê Rêzdar Mistefa Hîcrî, Cîgirê Serokê Giştî yê PDK Îranê Rêzdar Hesen Şerîfî, endamên Desteya Karger rêzdaran Mihemed Nezîf Qadirî, Kerîm Perwîzî, Tahir Mehmûdî ve hate pêşewazîkirin.

Rêzdar Mustafa Özçelik ji bo careke din weke Serokê Giştî hilbijartina Rêzdar Mistefa Hîcrî, pîrozbahİya cenabê wî kir û serkeftin ji rêvebirİya nû ya PDK Îranê re xwest.

Rêzdar Mistefa Hîcrî jî spasİya heyeta PAKê kir.

Sekreterê Giştî yê PDK-İranê Rêzdar Mistefa Hîcrî behsa xebatên xwe yên li Rojhilatê Kurdistanê kir.

Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Özçelik jî, behsa xebatên PAKê kir û piştgiriya xwe ya ji bo xwişk û birayên me yên li Rojhilatê Kurdistanê bilêv kir.

Herdu aliyan di derbarê Tirkiyê, Îranê û Kurdistanê de bîr û rayên xwe yên siyasî anîn zimên.

Hevdîtina heyeta PAKê û ya PDK-İranê di atmosfereke germ, berhemdar û dostane de derbas bû.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin