Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik li Teşkîlata PAKê ya Amedê bi rêveberên PAKê re civînek li dar xist

.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik îro(22.01.2021) li Teşkîlata PAKê ya Amedê bi rêveberên PAKê yên li Amedê re civînek li dar xist.

Ji ber tedbîrên pandemîya Covid-19ê ev civîn bes bi rêveberên PAKê yên li Amedê ve hatibû sînorkirin.

Di civînê de li ser 2yemîn Kongreya Asayî ya PAKê û rewşa her çar perçeyên Kurdistanê de bîr û rayên PAKê hatin nirxandin. Di derbarê van mijaran de Mustafa Özçelik, bersîva pirsên beşdaran da. Beşdaran jî fikir û pêşniyarîyên xwe anîn zimên.

Hemû rêveber li ser girîngîya bernameya xebatê û biryarên ku pêştir hatibûn tesbît kirin de hemfikir bûn.

Civîna li Teşkîlata PAKê ya Amedê bi beşdarîya Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik û rêveberên PAKê yên li Amedê ve pêk hat, ji bo geş kirin û berfireh kirina xebatên PAKê yên li Amedê bi awayekî berhemdar bi dawî bû.

22.01.2021

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye