Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik li Parîsê Brîfîngek da

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik şeva 02.02.2019an li Parîsê brîfîngek da.

Brîfîng ji alîyê Komîteya Fransayê ya PAKê ve hate organîzekirin.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, nûnerê PDK, PDK Îran, PSK, HAKPAR, Tevgera Kawa, Partîya Yekîtiya Demokrat a Kurdên Sûrîyeyê û gelek sîyadetvan û rewşenbîrên Kurdistanî, endam, alîgir û dostên PAKê beşdarî brîfîngê bûn.

Brîfîng bi axaftina Berpirsê Komîteya Fransayê ya PAKê Îhsan Aydın destpêkê kir. Îhsan Aydin spasîya beşdaran kir.

Paşê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, di derbarê rewşa her çar perçeyên Kurdistanê, xebatên PAKê, hilbijartinên herêmî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê û grîngîya xebatên li dîasporayê de agahdarî da û bîr û rayên xwe anî ziman.

Piştî axaftina Mustafa Özçelik, beşdaran bi hev re xwarinek xwarin û sohbetên germ û berhemdar pêk anîn.

Her çiqas di wexteke gelekî kurt de hatibû organîze kirin jî, brîfîng bi beşdarîyeke baş û hêvîdar pêk hat.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin