Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik li Hewlêrê Seredana Husên Yezdanpena Kir

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik 14.04.2018an li gel endamê Komîteya Birêvebiriya Navendî ya PAKê Orhan Kaya li Hewlêrê li ofîsa PAK a Rojhilat seredana Serokê PAK a Rojhilat Husên Yezdanpena kir.

Serokê PAK a Rojhilat Husên Yezdanpena ligel Berpirsyarê Hewlêrê û endamê Komîteya Navendî ya PAK a Rojhilat Xelîl Nadirî pêşewaziya heyeta PAKê kirin.

Heyeta PAKê ji ber wê erîşa çekdarî ku di roja 12.04.2018an li Hewlêrê lê  hatibû kirin, seredana Husên Yezdanpena kir. 

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik,ji ber vê erîşa terorî  xem û dilêşiya xwe anî ziman û Dewleta Îranê rûreş kir. Mustafa Özçelik got  "Cihe dilxweşiyê ye ku cenabê te bi sax û selametî ji vê erîşê rizgar bûye’’.

Serokê PAK a Rojhilat Husên Yezdanpena jî spasiya heyeta PAKê kir.
Heyeta herdu PAKan di derbarê rewşa her çar perçeyên Kurdistanê de bîr û rayên xwe anîn ziman.

Herwiha herdu aliyan bal kişandin li ser  pêwîstî  û girîngiya  pêşdebirina peywendiyên herdu partiyan.

Hevdîtin di atmosfereke germ û dostane de derbas bû.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin