Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik ji bo hilbijartinên herêmî li Mûşê bû

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Nurullah Timur, Endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PAKê Mustafa Kalhan ji bo amadekarîyên hilbijartinên herêmî, li Mûşe li gel rêvebir û endamên PAKê civînek li dar xistin.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Nurullah Timur, Endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PAKê Mustafa Kalhan roja 18.01.2019an ji bo amadekarîyên hilbijartinên herêmî yên 31.03.2019an, li Mûşe li gel rêvebir û endamên PAKê civînek li dar xistin.

Mustafa Özçelik di derbarê xebatên giştî yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat yên ji bo hilbijartinên herêmî de agahdarî dan rêvebir û endamên PAKê.

Di vê civînê de rê û îmkanên beşdarîya hilbijartinên herêmî yên 31.03.2019an hate nirxandin. Bi rayeke giştî, li Mûşê û li hinek navçeyên Mûşê, pêwîstî û potansîyeleke berbiçav ya ji bo beşdarîya hilbijartinên herêmî hate tesbît kirin.

Di encama nirxandinên berfireh, pêwîstîya ava kirina Komîsyoneke herêmî li Mûşê, ya ji bo hilbijartinên herêmî derkete pêş. Di demeke kurt de ji bo Komîsyona Mûşê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat bê ava kirin dê li gel kesayet û rewşenbîr û sîyasetvanên Muşê xebat bêne dest pê kirin.

Di civîne de ji bo bernameya xebatê pêşniyarî hatin pêşkêş kirin.

Herweha ji bo tesbît kirina namzedên serbixwe yên Mûşê û navçeyên Mûşê jî dê di demeke kurt de encam bê wergirtin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin