Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik: Hevalê Me Muaz Ayas Koça Dawî Kir

.

"Hevalê me, yek ji damezranêrên PAKê, kedkarê doza azadîya Kurdistanê, welatperwerê Kurd Muaz Ayas ji ber celteya dilî êvara 08.03.2021ê çû ber dilovanîya xwedê.

Kek Muaz Ayas 15 roj berê celteya dilî derbas kiribû û li Amedê di nexweşxaneyê radiza, rewşa wî gelekî xerab bû. Mixabin bi serxwe ve nehat û îro(08.03.2021) hevalê me, welatperwerê dilsoz kek Muaz koça dawî kir.

Kek Muaz Ayas eve nêzîkî 50 salîye wek kedkar û xebatkarekî dilsoz, di nav refên doza azadîya Kurdistanê de cîhê xwe girtibû.

Bi wefata kek Muaz ez gelekî xemgînim.

Xwedê bi rehma xwe şad bike. Cîhê wî biheşt be.

Ez li ser navê xwe û li ser navê hemû rêveber û endamên PAKê sersaxîyê ji hemû malbat û heval û hezkirîyên Kek Muaz re dixwazim.

Serê me hemûyan, serê gelê me sax be."

08.03.2021

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye