Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik: Ez bi wefata welatperwerê Kurd Abdurrahman Önen gelekî xemgînim

.

"Welatperwerê Kurd , kedkarê doza azadîya Kurdistanê, mamoste û lêkolînerê erdnîgarîyê kek Abdurrahman Önen ji ber nexweşîya penceşêrê(qansêr) îro li Stenbolê , di nexweşxaneyê de koça dawî kir.

Kek Abdurrahman Önen, eve demeke tedawîya penceşêrê didît. Lê mixabin penceşêrê zora wî bir û îro ji nav me koç kir.

Kek Abdurrahman Önen, di warê lêkolîna erdnîgarîya Kurdistanê de bi zimanê kurdî, bi hişmendîyeke neteweyî, niştimanî bi awayekî zanistî xebatên gelek hêja kiribû, dikir. Mixabin karên wî nîvco ma û koça dawî kir.

Ez bi wefata lêkolîner, nivîskar, kedkarê têkoşîna azadî ,rizgarî û serxwebûna Kurdistanê mamosta kek Abdurrahman Önen gelekî xemgînim.

Ruhê wî şad, cîhê wî biheşt be.

Ez li ser navê xwe, li ser navê hemû rêvebir endam û alîgirên PAKê sersaxî , sebir û metanetê ji kek Fuat Önen û ji hemû malbat û heval û hezkirîyên kek Abdurrahman Önen re dixwazim.

Serê gelê me sax be."

23.08.2021

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin