Serokê Fransayê partiyên Rojavayê Kurdistanê vexwend Fransayê

.

 Serokê Fransayê Emmanuel Macron, partiyên Rojavayê Kurdistanê vexwend Fransayê.

Li gor tê zanîn, di serê meha Nîsanê de heyetek ji Wezereta Karûbarên Derve ya Fransayê, serdana Kurdistana Rojava kirîbû. Heyeta Fransî, bi partiyên Rojavayê Kurdistanê re hevdîtin kir û di derbarê çalakiyên xwe de li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê raporek pêşkêşî serokê Fransayê kirin.

Niha jî serokê Fransayê ji bo hevdîtinê, hinek partiyên Rojavayê Kurdistanê vexwend Parisê ji bo bi wan re bicive. Di nava van partiyan de hemû alî hene, partiyên di nava ENKSê û PYNKê de cih digrin hatine vexwendin.

Herwiha tê zanini dema serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Parisê kir û bi Macron re civiya, babeteke girîng a hevdîtinê, pirsgirêka Kurdistana Rojava û yekrêziya hêzen siyasî yên Kurdistanê bû.


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye