Serokê berê yê Mosadê: Îran ji bombeya atomî dûr e

.

Serokê berê yê Dezgeha Îstixbaratê ya Îsraîlê (Mosad) Yusî Kuhîn ragihand; Îran hîn ji bombeya atomî dûr e û red kir ku Îran nêzîkî vê armancê bûbe.

Beriya Niha Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Benet ragihandibû; Komara Îslamî ya Îranê nêzîkî berhemanîna bombeya atomî bûye.

Yusî Kuhîn ji The Jerusalem Post re diyar kiriye; îro Îran li gor serdema rêkeftina atomî bi temamî veqetiyaye.

Kuhîn destnîşan kir ku niha şiyanên Îranê, ne di asta dema borî de ne û çalakiyên pêtandina uranyumê negihiştiye astek ku Tehranê ji berhemanîna bombeya atomî re nêzîk bike.

Meha borî, Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yair Lapid ragihandibû ku Îran nêzîkî çêkirina bombeya atomî bûye.

Rojhilta Navîn Haberleri

ÎDLIB - Operasyona li dijî çekdarên Fransiz: Kuştî û birîndar hene
Mehmûd Abbas ferman da ku destûra demkî ya dewleta Fîlîstînê di nav 3 mehan de amade bikin
Hîzbûllah li dijî plana Trump ya Xezzayê derket
Serkirdeyekî Hemasê ji Rûdawê re got: Em bi ti awayî çekan radest nakin
Êrîşa hewayî ya li Îdlibê: Endamekî DAIŞê hat kuştin