Serokê Barzanî pêşwazî li balyozê Vatîkanê kir: 'Serdana Papa dîrokî bû, em pê xweşhal bûn'

.

Serok Mesûd Barzanî îro Çarşemê pêşwazî li Balyozê nû yê Vatîkanê li Iraqê Mîtya Lêskovar û şanda ligel wî kir.

Di hevdîtinê de Balyozê Vatîkan li Iraqê spasî Herêma Kurdistan û hewlên Serok Barzanî yên ji bo berfirehkirina pêkvejiyan û vekirîbûna di navbera pêkhatên olî û neteweyiyan û her wiha yarmetîdana Mesîhiyan û pêkhatan ya ji ber êrîşên terorîstan û di demên teng da kir, ji bilî balkişandina girîngiya serdana Papa Frensis ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê ragihand, ew pêkvejiyana li Kurdistanê heye ji aliyê Papayê Pîroz û Vatîkan ve cihê hêvî û cihê rûmet û pêzanîneke zêdeye. Eve vî xiste rû ku çanda hevdû qebûlkirina Kurdistanê wiha dike ku Mesîhî û pêkhatên din baweriyê bi paşeroja xwe hebe.

Di civînê de Serok Barzanî serdana Papa Frencîs ya Herêma Kurdistanê bi dîrokî wesif kir û ragihand, xelkê Kurdistanê bi hemû pêkhatên xwe ve bi serdana Papa xweşhal bûn. Di derbarê çanda pêkvejiyana xelkê Kurdistanê Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku ew çand rayeke dîrokî ya kevnar li nava gelê me da heye û tayîfegerî û demargîriya olî û neteweyî nekariye li Kurdistanê cihê xwe veke. Serok Barzanî tekez jî li wê yekê kir ku em hemû li mirovayetiyê da birayê hevdû ne û nirxandina her kesek jî divê li ser bingeha reftara wî bê neku bîr û ramana wî.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye