Serokê Baroya Diyarbekirê: Parêzer û rêveberiya baroyê rastî êrîşa polîsan hatin

.

Baroya Diyarbekirê ragihand ku di dema dîtina doza Seroka Şaredariya Nisêbînê ya kevn Ayşe Gokkan de polîsan û şandeya dadgehê gotinên kirêt ji parêzeran re gotine. 

Baroya Diyarbekirê bi civîneke çapemeniyê ragihand ku di dema dîtina doza Seroka Şaredariya Nisêbînê ya kevn Ayşe Gokkan de polîsan û şandeya dadgehê gotinên kirêt ji parêzeran re û Serokê Baroya Diyarbekir Nahît Eren re gotine.

Baroya Diyarbekirê li ber deriyê Avahiya Dadê ya Diyarbekirê bi tevlîbûna parêzeran civînek çapemeniyê li dar xist.

Daxuyanî ji aliyê Serokê Baroya Diyarbekir Nahît Eren ve hat dayîn. Nahît Eren da zanîn ku dema doza Seroka Şaredariya Nisêbînê ya kevn Ayşe Gokkan de polîsan û şandeya dadgehê gotinên kirêt ji parêzerên dozê re gotine û li ser vê yekê Serokê Baroya Diyarbekir û rayedarên baroyê çûne salona dadgehê, lê serokê şandeya dadgehê û polîsan heman helwest bo Serokê Baroya Diyarbekir û rayedarên baroyê jî nîşan dane û tundiya fîzîkî jî li wan kirine ku bi milên wan girtine û wan dehf dane û ji salonê derxistine.

Serokê Baroya Diyarbekir Nahît Eren amaje kir ku Baroya Diyarbekirê ti caran helwestên wisa qebûl nekiriye û serî li hember van helwestan netewandiye û derbarê polîs û şandeya dadgehê de jî serî li dozgeriyê dane.

Herwiha Nahît Eren bang li Wezîrê Dadê û Lijneya Dadwer û Dozgeran kir ku berpirsên bûyerê ji kar werin dûrxistin.

Kurdistan Haberleri

PWK: Em kesayetên ku di 2yê Temûza 1993yê de, li Otêla Madimakê ya li Sêwasê de hatibûn şewitandin bi rêzdarî bi bîr tînin
Serokê MİT a Tirkiyê İbrahim Kalın seredana Herêma Kurdistanê kir
"Hikûmeta Iraqê di çareserkirina pirsgirêkan de ne cidî ye"
SILÊMANÎ - Pêşmergeyan 2 dron xistin
Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana PSKyê Kir