Serokê Baroya Diyarbekirê: Baroya Diyarbekirê dengê Kurdan e

.


Serokê Baroya Diyarbekirê Parêzer Nahît Eren, piştî êrîşa nijadperestî ya li bajarê Mêrsînê ya li dijî malbateke Kurd a xelkê Hewlêrê, serdana malbatê kir û diyar kir, ew weke Baroya Diyarbekirê dê vê bûyerê bişopînin.

Nahît Eren da zanîn: “Baroya Diyarbekirê dengê Kurdan e, em ê her dem di xizmeta gelê xwe de bin.”

Eren got, êrîşên bi vî rengî nayên qebûlkirin û her dema ku êrîşek li dijî Kurdan were kirin li kû dibe bila bibe, ew weke Baroya Diyarbekirê dê li cem wan bibin.

Herwiha Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren eşkere kir; ji ber ku rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiya wî kirin, kêfxweş bûye.

Di êvara 13ê Gulanê de, malbatek Hewlêrî ku di rêya Mêrsîn û Antalyayê de dema dixwest biçe Antalyayê, rastî êrîşeke nijadperestî hat û endamekî malbatê li ber çavên zarokên xwe û hevjîna xwe rastî êrîşê hat û êrîşkaran xwestin wî bikujin. Welatiyekî Kurd jî bûyer kêşa qemereyê û alîkariya malbatê kir.
K24

 

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan