Serokê Amerîkayê Trump: Îran yekemîn dewleta terorîst e, pere û çekan dişînin her alî

"Welatê me ne di xema wan de ye, ew yekemîn dewleta terorîst in, pere û çekan dişînin her alî."

Serokê Amerîkayê Donald Trump di axaftina xwe ya Bill O'Reillyê televîzyona Fox News de rêvebiriya berî xwe ya Barak Obama ji bo îmzekirina peymana nûkleerî bi Iranê re rexne kirîye û gotîye: "Ev peymana herî xirab e ku di jiyana xwe de ew rastê wê hatiye. Û li ser pirsa ku; ”ewê  ji peymanê vekişin an na” gotîye: "Welatê me ne di xema wan de ye, ew yekemîn dewleta terorîst in, pere û çekan dişînin her alî."

Serokê Amerîkayê di dirêjiya axaftina xwe de gotîye: "Tu rêza birêvebirên Îranê li hemberî welatê wan tuneye, niha bigotana em tev bi hev re ne min ê fêhm bikira û ez ê bi peymanê ve girêdayîbûma, lê niha tam berovajî vê dikin. Cesaret wergirtine niha balafirên me taqîp dikin û li dora bot û keştiyên me diçin û tên. Ew jî dizanin kesî ehmeq ku bikaribe vê peymanê îmze bike tuneye lewma rêza xwe li hemberî me winda kirin."

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin