Serokatîya Parlamentoyê li gel serokên fraksîyonan dicive

Derbarê temam kirina karên Parlamentoya Kurdistanê li ser projeyasaya çaksazîyê û dengdan li ser temamê madeyên projeyasayê civînek navbera desteya serokatîya Parlamentoyê û serokên fraksîyonan de pêktê.

Navenda Nûçeyan- Li gor zanyarîyên BasNewsê naha nav Parlamentoya Kurdistanê de serokên fraksîyonan û desteya serokatîya parlamentoyê bi armanca guftûgo kirina derbarê du mijarên serekî de civînê de ne, ku ew jî babetên malnişîn kirina payebilindan û rêkeftina li ser madeyên ku hîn dengdan li ser nehatîye kirin in.

Berî naha cîgirê serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî ragehand, ku roja yekem a rûniştina parlamentoyê derbarê projeyasaya çaksazî û çend projeyasayekî din de 12 demjimêr û 15 hûrdeman guftûgo kirine û got: ‘’Emê berdewam jî bikin û tişta ku em bikarin bo bidest xistina dadperwerî di vê projeyê de li gor berjewendîya gel û hukimranîya baştir dê bê kirin.’’

Basnews

 

 

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir