Serokatiya Herêma Kurdistanê êrişa li ser malbata Kurd şermezar kir

.

Serokatiya Herêma Kurdistanê êrişa li ser malbata Kurd a li Konyayê şermezar kirk u 7 kes hatibûn kuştin û daxwaz kir ku encamderên wê êrişê bên darizandin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li hejmara fermî ya Twitterê derbarê êrişa li ser malbata Kurd û şewatên li daristanên Tirkiyê peyamek belav kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di wê peyamê de êrişa li ser malbata Kurd ku di encamê 7 kes ji malbatê hatin kuştin şermezar kir û serxweşî li malbatên qurbaniyan kir.

Di peyama Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat gotin, “Hizir û duayên me li gel malbatên qurbaniyan e. Divê berpirsên vê tawanê bên darizandin.”

Ji alîyê din ve, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êrîşa îro li Konya ya Tirkiyê li hember malbateke kurd pêkhatî û 3 jê jin, bi giştî 7 kesên heman malbatê hatine qetil kirin şermezar kir.

Di peyama xwe ya li ser tora civakî ya twitterê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragehand: ‘’Êrîşa li ser malbata kurd a li Tirkiyê em şermezar dikin û hevxemiya xwe ji mirovên qurbaniyan re radigehînin. Kesên ku li pişt wî tewanê hovane divê derkevin pêşberê yasayan.’’

Îro li navçeya Meram a Konya ya Tirkiyê êrîşek nijadperestî li hember malbateke kurd pêkhat û ji heman malbatê 3 jê jin 7 kes hatin qetil kirin û piştre jî mal şewitandibûn. 

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn