Serokatiya Herêma Kurdistanê bersiva berpirsê PYDê da

.

Daxuyaniya berdevkekê bi navê Serokatiya Herêma Kurdistanê:

Roja sêşemê, 12 ê meha yekê ya 2021 ê endamê konseya hevserokatiya PYD ê Aldar Xelîl di hevpeyvînekî medyayî de behsa danûsitendinên di navbera ENKS û PYD ê de kiriye û hêza Pêşmergeyên Roj bi parêzvaniya dewleta Tirkiyê tuhmetbar kiriye.

Navborî baş dizane û agahdare ku qehremanên Pêşmergeyên Roj ji destpêka avabûna xwe ve heta îro di çeperên pêş yên parastina axa Kurdistanê de ne. Di şerê li dijî terorîstên DEAŞê de bi dehan şehîd û birîndar dane û hîç niştîmanperwerekî xwedanujdan vê ji bîr nake.

Ev renge daxuyanî û tuhmetan, ziyanê digihîne yekrêziyê û niyeta esasî ya van gotinan têkdana diyaloga di nêvbera aliyên Kurdî de ye. Aşkeraye jî her dema ku behsa “kirêgirtiyan” bêt kirin, ka yekser kî têt bîra xelkê. Kiryar, tarîx û bûyer, belgeyên wê çendê ne ka vêca kî kirêgirtiyê vî û yê dî ye.

Berdevkek li Serokatiya Herêma Kurdistanê
 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin