Serokatiya herêma Kurdistanê bernameya serdana Papa Francis belav kir

.


Malpera serokatiya herêma Kurdistanê bernameya kar û serdana Papayê Vatîkanê ya ji bo herêma Kurdistanê û Mûsilê belav kir ku biryare roja 7ê Adar a 2021ê pêkbê.

Li gor bernameya serdanê merasîma pêşwaziyê li Papayê Vatîkanê li balefirgeha navdewletî ya Hewlrêr dê birêve biçe. Papayê Vatîkanê heman rojê dê serdana Mûsil û qereqûşê jî bike.

Li gor heman daxuyaniya serokatiya herêma Kurdistanê, Papa Francis dê li hewşa Beyîe ya Mûsilê dê merasîmeke olî bo ruhê qurbaniyên şer birêve bibe. Piştre li Dêra mezin a El-Tahîre ya Qereqûşê dê li gel bawermendan merasîma olî birêve bibe.

Herwaha biryare heman rojê merasîmeke mezin li stadyuma Franso Herîrî ya Hewlêrê birêve bibe.


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye