Serokatiya Fransayê: Gotinên Erdogan nayên qebûlkirin

Serokatiya Fransayê rexneyên dijwar li Serokomarê Tirkiyê digre û dibêje, gotinên wî nayên qebûlkirin.

Berpirsekî ji Koşka Serokatiya Fransayê got: “Daxuyaniyên Serok Erdogan nayên qebûlkirin. Em daxwaz dikin Erdogan siyaseta xwe biguhere, ji ber wê siyaseta peyrew dike ji hemû aliyekî ve metirsîdar e.”

Berpirsê Fransî dibêje, Balyozê Fransa yê Enqerê hatiye bangkirin daku şêwir ligel bê kirin û bi armanca gotûbêjkirina rewşê ligel Emmanuel Macron jî dicive.

Serokomarê Tirkiyê roja Şemiyê li beramber siyaset û axaftinên wî bi taybetî derbarê Îslamê de rexne li Serokê Fransayê Emmanuel Macron girt û got: “Di warê zîhnî de pêdiva Macron bi çareseriyê heye.”

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye