Seroka Parlamentoyê: Yekrêziya Kurd ji bo hilbijartinên Iraqê gelek girîng e

.

 

Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq li ser encamdana hilbijartinên giştî yên Iraqê, bi taybetî li deverên Kurdistanî diyar kir ku yekrêzî û yekdengiya aliyên Kurdistanî gelek girîng e. 

Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq li ser encamdana hilbijartinên giştî yên Iraqê, bi taybetî li deverên Kurdistanî diyar kir ku yekrêzî û yekdengiya aliyên Kurdistanî gelek girîng e.

Rêwaz Fayeq di konferanseke çapemeniyê de li ser hilbijartinên li deverên Kurdistanî, daxwaza civînekê ji Serokatiya Parlamento û aliyên siyasî yên Kurdistanê kir.

Fayeq diyar kir ku divê aliyên siyasî yekrêz bin û xwe ligel taktîkên nû yên hilbijartinan biguncînin.

Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq herwiha tekez kir ku dem di berjewendiya me de nîne.

Di 19ê Çileya 2021ê de li Parlamentoya Iraqê bi beşdariya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û endamên Desteya Hilbijartinan civînek hat lidarxistin û hilbijartinên pêşwext ku biryar bû di 6ê Hezîrana 2021ê de were encamdan, bo 10ê Cotmeha 2021ê hat paşxistin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye