Seroka CIAê bo dosyaya Kaşıkçıyî tê Tirkiyeyê

Seroka CIAê Gina Haspel, bo lêpirsîna dosyaya kuştina Rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşıkçı, tê Tirkiyeyê.

Piştî ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğanî got 'bi awayekî eşkere ez ê hemû rastiyên di derheqê kuştina Kaşıkçıyî de rave bikim' û Trumpî jî got 'Daxuyaniyên Erebîstana Siûdî têrê nabînim' Seroka CIAê Gina Haspel, bo lêpirsîna dosyaya kuştuna Kaşıkçıyî tê Tirkiyeyê.

Gina Haspelê diyar kir bi armanca ku têbigihîjin ka Siûdî bûyerê vedişêrin an û herwiha di destê peywirdarên tirk de tomara deng an dîmenan hene an tê Tirkiyê.

Haspelê herwiha got ew ê agahiyên di dest polêsên tirk de binirxîne û bo ku bigihîje daxuyaniya Erdoğanî di derbarê dosyaya Kaşıkçı de hatiye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin