Serok Mesûd Barzanî sersaxî da malbata Mamoste Îbrahîm Sebah  

.

Serok Mesûd Barzanî, li ser wefata mamoste Îbrahîm Sebah ku dema bilindkirina ala Kurdistanê can dabû, peyameke serxweşiyê belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de wiha got:

Bi navê Xwedayê mezin ê dilovan

Bi xemeke mezin îro li yekem roja destpêkirina proseya xwendinê de, mamosta Îbrahîm Sebah di dema hilkirina ala pîroza Kurdistanê li xwendingeha bingehîn ya Sorkêy Şeqlawe ji ber kehrebê giyanê xwe ji dest da. Mamosta Îbrahîm di dema bi cîh gihandina erkekî pîroz giyanê xwe bexşî û şehîd bû û şehîdê Ala û şehîdê Kurdistane.

Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbata Mamoste Îbrahîm Sebah û kesukar û hevalên wî û hemû mamostayên birêzên Kurdistanê û xelkê xweşdiviyê Şeqlawe dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Cihê xwedê jêrazî bi behişta fireh bê û xwedayê mezin hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye