Serok Mesûd Barzanî: Peymana 11ê Adarê serkeftina îradeya gelê Kurdistanê bû

Serok Mesûd Barzanî bi boneya salvegera Peymana 11ê Adarê peyamek belav kir û têde dibêje ew peyam serkeftina îradeya gelê Kurdistanê bû.

Navenda Nûçeyan - Îro 50 sal di ser Peymana Dîrokî ya 11ê Adarê ya di navbera Kurdistanê û hikûmeta berê ya Beis a Îraqê de hatîyê îmzekirin de derbas bûn.

Serok Mesûd Barzanî îro Çarşemê 11ê Adarê bi helkefta salvegera peymana dîrokîya 11ê Adara sala 1970 peyamek li twitterê belav kir û dîyar dike ku hikûmeta wê heyama ya Iraq neçar maye ku yekemîn car mafê gelê Kurd bi fermî binase.

Mesûd Barzanî Peymana 11ê Adar weke serkeftina îradeya gelê Kurdistanê bi nav dike û dibêje: “Pêncih sal di ser Peymana 11ê Adarê derbas dibe. Peymana 11ê Adarê serkeftina îradeya gelê Kurdistanê bû. Berxwedan û qurbanîdana Pêşmerge û xelk, rejîm neçar kir yekemîn car mafên gelê me bi fermî binase."

 

Siyaset Haberleri

Navê zêdetir ji 200 xwendevan û zarokên ku li serhildanê de şehîd bûne hatine tomarkirin
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Dîlan Yeşilgoz kir
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî amara alîkariyan ji bo Rojavayê Kurdistanê aşkere kir
Îranê zêdetirî 7 salan cezayê zindanê li Nêrgis Mihemediyê birî
Kujerên Kurdên Êzidî birin Îraqê: Gelo dê hesab were pirsîn?