Serok Barzanî û serokwezîr Barzanî peyamên pîrozbahiya cejnê dan

.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi sedema hatina cejna Remezanê ya misilmanan peyamekî pîrozbahiyê belav kir. Di peyamê de cejna Remezanê li Kurdên misilman, misilmanên Iraqê û dinyayê pîroz kir. Serok Barzanî xwest ku cejn bibe wesîla hûzûra temamê mirovahiyê.

Serok Barzanî di pîrozbahiya xwe de cejnê li malbatên şehîdan, pêşmergeyên qehreman pîroz kir û weha got:

“Ez ji Xwedayê mezin dixwazim ew rojiya di meha Remezanê de hatiye girtin û îbadetên hatine kirin, Xweda ji temamê misilmanan qebûl bike. Bila cejn bibe sedema dawîlêhatina temamê xerabiyan û morivahî bikeve nav hûzûrê. Bo herkesî başî, xweşî û tenduristiyê dixwazim.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî peyama cejna Remezanê di ser hesabên xwe yên medya civakî de da. Mesrûr Barzanî di peyama xwe de weha got:

“Hêvî dikim ev cejn bibe sedema dawîlêhatina nexweşînan, di nav pêkhateyên cuda yên Kurdistanê de bibe sedema hûzûr û aramiyê. Di serî de cejna Remezanê ya Pêşmergeyên qehreman, hêzên asayîşê û malbatên şehîdan, ya temamê misilmanên Kurdistanê, Iraq û dinyayê pîrozdikim.

Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku dia û rojiya wan qebûl bike. Nexweşîn bi dawî werin û di nav pêkhateyên cuda yên Herêma Kurdistanê de bibe sedema hûzûr û aramiyê.

Bila cejna we pîroz be. Bila kurdistan her wext di nav aştiyê de be û mureffeh be.”

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan