Serok Barzanî û şanda ENKSê civiyan

Serok Barzanî îro pêşwazî li şandeke ENKSê kir û di civînê de rewşa giştî ya Sûriyê û paşeroja gelê Kurd li wî welatî hatin guftûgokirin.

Serok Barzanî îro pêşwazî li şandeke ENKSê kir û di civînê de rewşa giştî ya Sûriyê û paşeroja gelê Kurd li wî welatî hatin guftûgokirin.

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriye (ENKS) kir ku ji Berpirsê Komîta Peywendiyên Derve ya ENKSê Kamîran Haco û Endamê wê komîtê  Îbrahîm Biro pêk hatibû.

Di hevdîtinê de pêşhatên siyasî yên dawî li Sûriye û helwesta welatan li ser qeyrana Sûriyê û hevkêşeyên meydanî û siyasî yên niha yên li ser asta Sûriyê û navçeyê hatin guftûgokirin.

Her li vê civînê de ronahî xistin li ser helwesta aliyên Kurd yên Sûriyê û di derbarê rewşa giştî ya Sûriyê û paşaroja gelê Kurd li wî welatî, Serok Barzanî nêrîn û şîretên xwe ji bo şanda mêvan vegotin.

Komîta Pêwendiyên Derve ya ENKSê di dema dawî de serdana gelek welatên bihêz ên cîhanê kiribûn û ligel wezaretên derve yên Rûsya, Amerîka, Almanya û Swêsra civiyan.

Li gor agahdariyên K24ê, hevdîtinên ENKS ligel welatên cîhanê di derbarê pirsên avakirina herêma ewle li Rojavayê Kurdistanê, rewşa Efrînê, Komîta Destûrî ya Sûriyê û krîza Sûriyê bi giştî de bûn.

 

Siyaset Haberleri

Bafil Talebanî: Serkeftina Zaxoyê dîrokî ye
Gelo Amerîka dê sîstema parastinê bide Herêma Kurdistanê?
Nîroz Horî: Ez dê bi hunera xwe alîkariya zarokên otîstîk ên Rojavayê Kurdistanê bikim
Ronya Osman: Min xwest ez rastiya Fermana 74an ji Almanan re vebêjim
Elî Ebûd: Çareserî di sîstema federal de ye