Serok Barzanî û Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê civiyan

.

 Îro roja pêncşemê 15.07.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Kardînal Luis Sako Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê û şandeke li gel da kir.

Di vê hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û gefên emnî û siyasiyên li ber proseya siyasiya Iraqê û pêkvejiyana pêkhatên Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Her li vê civînê de Patriyarkê Dêra Kildanî li Iraq û cîhanê pêzanînên xwe ji bo hewlên Serok Mesûd Barzanî ya ji bo parastina pêkhatan û kûrtirkirina kultûra pêkvejiyan û tebayî ya di navbera pêkhatên olî û neteweyiyên Herêma Kurdistan û Iraqê de hebû.

Li dirêjahiya vê hevdîtinê de tekez li ser xweşkirina wan bingehan kirin ku dibine sedema wê yekê ku Krîstiyan û pêkhatên din bêne handan ku vegerin cih û warên xwe û hizr û bîra bi cîh hiştina welatê xwe nekin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye