Serok Barzanî: Sersaxiya wan şehîdan sersaxiya min e

.

Serok Mesûd Barzanî li rêya telefonê peywendiyê bi malbatên wan Pêşmergeyên qehremanan kir ku li 5 ê hezîrana 2021 li erkê asayî ya xwe de li encama êrîşên çekdarên PKK şehîdbûn.

Serok Barzanî bi malbatên wan şehîdan ragihand, pirse û sersaxiya wan şehîdan sersaxiya min e û paşê yê we ye û hevsozî û hevxemiyên xwe bi wan gihand. Serok Barzanî ew jî ji bo malbatên şehîdan dûpa tkir ku ewên tawana şehîdkirina Pêşmergeyan encamdaye bi sizayên xwe digihin.

Piştî wan peywendiyan Serok Barzanî her li rêya telefonê peywendiyê bi yek bi yekê wan Pêşmergeyan jî kir ku ji ber êrîşa çekdarên PKK roja 5ê Hezîrana 2021 birîndarbûn û hêviya başbûna bi lez ji bo wan xwest.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye