Serok Barzanî: Şengal birîneke kûr e li ser laş û cesteyê gelê Kurdistanê

.

Serok Mesûd Barzanî ji bo salvegera 7emîn a jenosayda Şengalê peyamek belav kir û diyar kir, Şengal birîneke kûr li ser laş û cesteyê gelê Kurdistanê ye û azarek e ti carî ji bîra Kurdistaniyan naçe.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Şengal birîneke kûr e li ser laş û cesteyê gelê Kurdistanê û ewê terorîstên DAIŞ heft sal berî niha li dijî xwişk û birayên me yên Êzidiyan encam dan, êş û azareke ku tu demekê ji bîra Kurdistaniyan naçê. Em baş dizanîn di dema êrîşa terorîstan ya li ser Kurdistanê, Êzidî ji ber sedema Kurdbûn û bîr û baweriya olî ve ketin ber êrîşa rik û bêwîjdaniya tawanbarên DAIŞ û hatin jenosaydkirin. Ew tawana DAIŞ jî li devera Şengalê encam da, berdewamiya wan zincîre jenosayd û komkujî û tawanan bû ku bi dirêjahiya dîrokê li ser gelê Kurdistanê hatiye encamdan.

Di heftemîn salvegera wê karesatê de, silav ji bo giyanê şehîdan û qurbaniyên wê tawanê dişînîn û bi rêz û rûmetê ve wan Pêşmergeyên qehremanan bi bîr tînîn ku ji bo azadkirina Çiyayê Şengalê û bajarê Şingalê xwîna xwe gorî kirin û serê DAIŞê dirinde xistin bin piyê xwişk û birayên me yên Êzidî û tola wê neheqî û zulmê li terorîstan kirin.

Cihê daxeke zêde ye piştî derbasbûna heft salan li ser wê karesatê de, hê jî êş û azarên Êzidiyan her berdewam e û Şengal di destê komek hêz û çekdaran de ye ku hîç peywendiya wan bi berjewendiya Şengalê û Êzidiyan ve nîne. Her ew jî rêgirbûne li vegerana xelk û avadankirina Şengalê. Di vir de ji bo xwişk û birayên Êzidî ewe dûpat dikim ku bi hemû şiyanek li gel daxwaz û êş û azarên wan de me. Daxwazê jî ji wan dikim li navxwe de yekrêz bin û hêviya wan hebê û wan piştrast dikim her tiştek li ser bingeha zulm û xwesepandinê bê dawiyê de her bi dawî dibe û ew rewşa neasayî û neyasayiya niha li Şengalê de heye heta serî nabe û divê xwişk û birayên me yên Êzidî bi serbilindî vegerin ser mal û halên xwe.

Mesûd Barzanî

03.08.2021

Serok Mesûd Barzanî

Kurdistan Haberleri

Li Amedê di pîrozbahiyên Amedsporê de 11 kes birîndar bûn
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo berdana dîlan xwenîşandan hatin lidarxistin
Pêkhateyên konferansên 14 û 28ê adarê û HAK-PAR, PDK-BAKUR dikarin bingehê tifaqa neteweyî deynin
DÎSAN ÎDAM Û CINAYET
Wezareta Navxwe: Kesên ku çekên Amerîkayê birine dixwazin rastiyan veşêrin