Serok Barzanî peyamek sersaxiyê arasteyî Îsmaîl Bêşikçî kir

.

Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya hevjîna Îsmaîl Bêşikçî peyamek sersaxiyê belav kir.

Serok Barzanî ji ber koça dawî ya hevjîna Îsmaîl Bêşikçî, Leman Bêşikçî peyamek arasteyî Bêşikçî kir. Peyama Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê bexşinde û dilovan

Bo bîrmend û dostê qedirgiran yê gelê kurd prof. Îsmaîl Bêşikçî

Bi keserek mezin me nûçeya koça dawî ya hevjîna we ya birêz Leman Bêşikçî bihîst. Ez sersaxiyê arasteyî we û malbata we ya birêz dikim û xwe şirîkê xema we dizanim.

Ji Xwedayê mezin dixwazim ruha hevjîna we ya rehmetî bide ber dilovaniya xwe û sebr û hedarê jî bide hemiyan.

Înna Lîlah û Înna Îleyhî Raciûn

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye