Serok Barzanî peyama serxweşîyê bo xelkê Seqizê belav kir

Doh roja înê 06- 12- 2019an Serok Mesûd Barzanî debarê wê bûyera diltezîn ya li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê peyameka serxweşyê belav kir.

Navenda Nûçeyan- Doh roja înê 06- 12- 2019an Serok Mesûd Barzanî debarê wê bûyera diltezîn ya li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê peyameka serxweşyê belav kir.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi mixabinîyeke zêde ve şeva derbasbûyî li encama rûdanekî diltezîn ya li holekî dawet û hevjînîyê ya li bajarê Seqizê hejmarek hemwelatîyên vî bajarî canê xwe destda û hejmareke din jî birîndar bûn.

 

Bi vê helkefta xemgîn de pirse û serxweşîya xwe pêşkêşî kesukarên qurbanîyên wê rûdana diltezîn dikim û hêvîya başbûna bi lez jî ji bo birîndaran dixwazim û xwe bi hevbeşê xema hemwelatîyên xweşdivîyê bajarê Seqizê dizanim.

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir