Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Îtîlafa Niştimaniya Sûriye kir

.

Îro roja çarşemê 03.03.2021ê li Selehedîn Serok Mesrûr Barzanî pêşwazî li Serokê Îtîlafa Niştimaniya Sûriye Dr. Nesir Herîrî kir

Di civînê de rewşa siyasî ya Sûriyê û geşedanên dawî yên li ser asta Sûriyê û herêmê hatin gotûbêjkirin û Serokê Îtîlafî Nîştîmanîya Sûriyê Dr. Nasir Herîrî spasiya Serok Mesûd Barzanî û Herêma Kurdistanê kir ku herdem hevsozî nehametî û girift û kêşekanî xelkî Sûriyeyê bûye û pêşwazî li sedan hezar aware û penaberên Sûriyê kiriye. Herweha yad û merasîmên meha Adarê bilind nirxand ku beşekî giring ê xebata gelê Kurdistanê pêk tînin.

Her di civînê de Serok Barzanî tekez kir ku ew ligel wê yekê ye ku qeyrana Sûriyê bigihê çareseriyê weha ku aramî û tebayî di navbera gelên Sûriyû û hemû pêkhateyan li xwe bigire.. Herweha Serok Barzanî ji şanda mêvan ra ragihandiye ku ew rûdawên li Efrînê rû didin cihê nîgeraniyê ne û bi girîngî rûdawan û ayîndeya gelê kurd le Sûriyê dikin û hêviyê xwest li ayîndeya Sûriyê de berjewendîya gelan û pêkhateyên Sûriyê li ber çav were wergirtin.


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye