Serok Barzanî pêşwazî li şanda bilind a CHPê kir

.

 Şanda CHPê ku li Hewlêrê ye, serdana Polîtbûroya PDKê kir û li gel Serok Mesûd Barzanî civiya. Serok Barzanî tekez kir, “qedera gelên navçeyê ew e ku li gel hev bijîn û baştirîn rê jî birayetî, aştî, çareserkirina kêşeyan û nehiştina zimanê înkarkirina beranber e.”

Li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Şandeke Bilind a Partiya Komarî ya Gel (CHP) a bi serokayetiya Cîgirê Serokê CHP Oguz Kaan Salici kir.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, di hevdîtinê de Oguz Kaan Salici silavên Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bi Serok Barzanî gihandin û ji bilî balkişandina li ser dîroka guhertinên navxweya Tirkiye ragihand ku “demokratxwazî dibe sedemek ji bo pêşketina navçeyê û bi pêwîst zanî ku aliyên demokrat ên navçeyê peywendiyeke dostane li gel hev hebê ji bo pêkanîna dadperwerî û pêşketinê.”

Di daxuyaniyê de hatiye, Cîgirê Serokê CHPê, “tekez li ser girîngî û bandora Herêma Kurdistanê ya li navçeyê û Iraqê kir û xwezyarê ew e bû ku peywendiyên di navbera her du aliyan berfirehtir û kûrtir bibin.”

Li gor daxuyaniyê Serok Barzanî jî di civînê de bi germî bixêrhatina şanda mêvan kir û ragihand ku “qedera gelên navçeyê ew e ku li gel hev bijîn û baştirîn rê jî ji bo wê jiyanê, birayetî û aştî û çareserkirina kêşeyan û nehiştina zimanê înkarkirina beranber e.”

Serok Barzanî tekez jî kir ku “me hemû aliyek pêwîstî bi wê yekê heye sûd ji ezmûn û şaşiyên berê werbigrîn û xizmeta aştî û pêkvejiyana di navbera gelan de bikin.”

Her li gor daxuyaniyê, “Pêşhatên siyasî yên dawî yên li ser asta navçeyê û hilbijartinên pêşerojê ya Iraqê mijarên din ên vê civînê bûn.”

Di vê hevdîtinê de Sekreter Fazil Mîranî û Endamên Mekteba Siyasî Zeîm Elî û Ce'fer Emînkî û Berpirsê Mekteba Navendî ya Peywendiyên Derve yên Partiya Demokrata Kurdistanê Hoşyar Sîweylî amade bûn.

Herwiha Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî îro, pêşwazî li şanda bilind a Partiya Komarî ya Gel (CHP) kir û amaje bi wê kir, Tirkiye welatekî girîng û firehnetew e.

Şanda CHPê di serdana xwe ya Hewlêrê de li gel rayedarên Herêma Kurdistanê û berpirsên Partiya Demokrat a Kurdistanê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Tevgera Goranê bicive. Herwiha piştî Hewlêrê, şanda CHPê dê serdana Kerkûkê jî bike û li wir ligel Eniya Tirkmenî bicive.

Şanda CHPê ya di bin serpereştiya Alîkarê Serokê Giştî Oguz Kaan Salıcı de, ji Parlamenter û Şêwirmendê Polîtîkayên Derve yê CHP Unal Çevikoz, Endamê Fraksyona CHPê Nevaf Bilek, Prof. Dr. Mehmet Hasan û Enver Omur Polat pêk tê.

Medya Tirkiyê belav kiriye ku CHP girîngiyê bi aştiya Rojhilata Navîn, berjewendî û mafên navçeyî dide û tê gotin: "Di serdanê de bo aştiya navçeyê, dê tekezî li ser avakirina Sazimana Hevkarî û Aştiya Rojhilata Navîn bê kirin ku ji aliyê Kemal Kilicdaroglu ve hatiye ragihandin.”

CHP tekez dike ku divê ligel cîranan rêyên diyalogê vekirî bin û dibêje: "Em dê wek opozîsyona serekî, bo aramiya li Rojhilata Navîn li ser berpisyariya xwe û pêngavên xwe yên erênî berdewam bin."

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

PKK: Me kongreya xwe ya 12emîn bi serkeftî li dar xist
SOHR: Ji dema ketina Esed ve 5514 sivîl hatine kuştin
Bijîşkekî Kurd ji bo penceşêra malzarokê dermanek dît
Îraq meaş dide 2300 jinên Kurd ên Êzidî
Amerîkayê li ser kujerê Hevrîn Xelefê daxuyanî da