Serok Barzanî pêşwazî li balyozê Yûnanê li Iraqê kir

.

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li balyozê Yûnanê yê li Iraqê Leonidas Contovounesios kir.

Serok Barzanî îro (28 Çile) li Selahedîn pêşwazî li balyozê Yûnanê li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de ku Konsulê Yûnanê yê li Hewlêrê Efthymios Costopoulos jî amade bû, ronahî xistin ser rewşa siyasî û pêşhatên navçeyê û herwiha peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Her di vê civînê de Balyozê Yûnanê ragihand ku Herêma Kurdistanê ji bo welatê wan girîngiyeke xwe ya taybet heye û xwazyarê pêşxistina peywendiyên di warên cuda cuda yên di navbera her du aliyan de ne.


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye