Serok Barzani pêşwazî li balyozê Japonya li Iraqê kir

.

Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li balyozê Japonya yê Iraqê kir.

Li gor malpera fermî ya Serok Mesûd Barzanî daxuyaniya derbarê wê hevdîtinê de hatiye dayîn waha ye:

Roja sêşem 16.03.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya li Suzukî Kutaru Balyozê Japonê li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de Balyozê Japon li Iraqê sersamiya xwe bi aramî û pêşketinên Herêma Kurdistanê derbirî û balkişand li ser wê yekê ku ew aramiya Herêma Kurdistanê yarmetîdere bo ku rêxistin û kompanyayên Japonî bikarin bi başî û bê gîr û girift li Kurdistanê kar û çalakiyên xwe encam bidin. Her wiha tekez jî li wê yekê kir ku welatê wan xwazyare peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê li warên cuda cuda bi taybetî li warê çandin û karebayê de pêş bikevê.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî ji bo wan yarmetiyên ku pêşkêşî Herêma Kurdistanê kirine spasî gel û Hikûmeta Japonyayê kir û hêviya berfirehtirbûna peywendiyên di navbera her du aliyan xwest.

Di derbarê rewşa siyasî û pêşhatên dawî yên navçeyê her du alî tekez li ser diyalog û rêkarên aştiyane ya ji bo çareserkirina qeyran û kêşeyan kir.

Kurdistan Haberleri

PWKê li Batmanê Jenosîda Dersîmê (Tertele)Bibîranî
Berdevkê PDKê: Me proseya siyasî ya Iraqê baykot nekiriye
Dema 7 salî bû ket destê DAIŞê û niha vegeriya warê bav û kalên xwe
Piştî şerê zêdetirî du mehan krîza aborî ya Îranê
CENTCOMê dest bi operasyona 'Projeya Azadiyê' li Tengava Hurmizê kir