Serok Barzanî pêşwazî li balyozê Brîtanya li Iraqê kir

.

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li balyozê Brîtanya li Iraqê kir.

Îro li Selahedîn, Serok Barzanî pêşwazî li balyozê Brîtanya li Iraqê, Stephen Hickey û şanda pê re kir.

Di civînê de ku konsolê Brîtanya li Hewlêrê, James Thornton jî amade bû, rewş û guhertinên siyasiyên dawî yên li Iraq û navçeyê hatin axaftin.

Di derbarê kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de jî her du alî li ser wê hevnêrîn bûn ku pêwîst e arîşeyan di çarçoveya Destûrê de û bi diyalogê çareser bikin.

Balyozê Brîtanya li Iraqê, li ser berdewamiya piştevaniyên Brîtanya bo Kurdistanê û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê tekez kir.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin