Serok Barzanî pêşwazî li balyozê Amerîkayê li Iraqê kir

.

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li balyozê Amerîkayê li Iraqê kir.

Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî derbarê hevdîtinê de daxuyaniya hatiye dayîn waha ye:

Roja duşem 21.06.2021 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Matthew H. Tueller Balyozê Amerîka li Iraqê û şandeke li gel da kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û metirsî û gefên li ber proseya siyasiya Iraqê hatin nirxandin.

Her wiha Balyozê Amerîka pirse û sersaxiya xwe bi Serok Barzanî gihand ku ji bo şehîdbûna wan Pêşmergeyên ku li dema derbasbûyî de bi destê çekdarên PKK hatibûn şehîdkirin û tekez li wê yekê kir ku ji bo welatê wan, aramiya Herêma Kurdistan û Iraqê giringiyeke xwe ya taybet heye û Herêma Kurdistanê mînakeke ji bo aramî û geşbûniya beşên dinê Iraqê ye.

Her li vê hevdîtinê de hengavên yekxistin û rêkxistina Pêşmerge û çaksaziya li Wezareta Pêşmerge û her wiha danîna navendên hemahengiya di navbera hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Iraqî ya ji bo rûbirûbûna gefa terorê bilind hate nirxandin.

Asta zanîngehên Herêmê û hewlên ji bo pêşxistina zanîngehên Herêmê û bandora wan ya li paşeroja Herêma Kurdistanê mijareke dinê vê civînê bû.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye