Serok Barzanî pêşwazî li balyozê Amerîkayê li Iraqê kir

.

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li balyozê Amerîkayê li Iraqê kir.

Li gor malpera fermî ya Serok Mesûd Barzanî derbarê hevdîtinê de daxuyaniya hatiye dayîn waha ye:

Roja dûşem 12.04.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Matthew Tueller Balyozê Amerîka li Iraqê û şandeke li gel da kir.

Li vê kombûnê da ku Rob Waller Konsolê Amerîka li Hewlêrê jî amade bû, rewşa siyasiya Iraq û guhertin û pêşhatên dawî yên di nava proseya siyasiya Iraqê hatin guftûgo kirin.

Her li vê hevdîtinê de pejirandina yasaya bûdceya sala 2021 ê Iraqê bi hengavekî erênî da zanîn û di derbarê diyaloga stratejiya di navbera Amerîka û Iraqê û rola aliyan ya ji bo serxistina wê diyalogê de danustandina bîr û ramanan kirin.

Li dirêjahiya wê civînê de ronahî xistin li ser metirsî û gefên terorê li Iraq û Sûriye û pêşxistin û bihêzkirina nermînîşandana ji bo gihîştina aramiyê bi pêwîst zanîn.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Amerîka mijareke dinê vê civînê bû û her du alî tekez li ser berdewamiya hemahengî û hevbeşiya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê kirin.


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye