Serok Barzanî: Nabe armanc û destkeftên Raperînê ji rêya xwe bên derxistin

.

Serok Mesûd Barzanî bi boneya 30.mîn salvegera Raperîna mezin gelê Kurdistanê peyamek belav kir.

Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî peyam waha ye;

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta sîhemîn salvegera Raperîna mezina gelê Kurdistanê pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû niştimanperwer û têkoşer û azadîxwazan û hemû çîn û welatiyên Kurdistanê dikim.

Raperîn, redkirina sîtem û dagîrkeriyê bû û li heman demê de jî hengaveke mezinê tevgera rizgarîxwaziya Kurd bû ya ji bo destpêka qonaxeke girîng ya li xebata gelê me. Armanca Raperînê vegerandina ax û maf bû ji bo gelê Kurdistanê ku demeke dirêj bû bi agir û hesin û zordariyê ji xelkê Kurdistanê hatibû zeft kirin. Raperîn ji bo ewe bû gelê Kurdistanê bikarê li ser axa xwe û li çarçêweya proseyeke demokratî û damezrandina dam û dezgehên şer`î, azadane mafên xwe piyade bike.

Li vê salvegera pîroz da tekez li wê yekê dikîn ku pêwîste armanc û bihayên Raperînê ji bo heta hetayê bilind û berqerar bimînin û bi tu awayekê nabê armanc û destkeftên Raperînê ji rêyên xwe bêne veqetandin û li şûna babetên dinên sînordar da bêne biçûk kirin. Gelê Kurdistanê xebatê kir û xwînê da û raperî bo ku bi serbilindî bijî û her kes û aliyek jî bixwazê li biha û armancên Raperînê kêm bike li rastiyê da nepakiyê li xwîna şehîdan û dehan sal xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê dike. Li beranber da jî bi sedan hezar gedeyên Kurdistanê amadene berevaniyê li armanc û bihayên bilindên Raperînê bikin.

Mesûd Barzanî
05.03.2021

 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye