Serok Barzanî: Keda Dr. Qedrî Yildirim ya ji bo pêşxistina ziman, edeb û dîroka Kurd cihê pêzanînê ye

.

Serokê Mesûd Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî malbat, hevalên wî û rewşenbîrê Kurdistanê kir. 

Serokê Mesûd Barzanî di peyamekê de bi boneya koça dawiyê ya nivîskar û siyasetmedarê kurd Prof. Dr. Qedrî Yildirim, peyameke sersaxiyê arasteyî malbat, hevalên wî û rewşenbîrê Kurdistanê kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Bi xemeke mezin ve nûçeya koça dawî ya kesayetiyê niştimanperwer û akademîsyenê Kurd li Bakur û mamostayê her du Zanîngehên Diyarbekir û Mêrdînê Dr. Qedrî Yildirim me bihîst. Lêkolîn û hewl û keda Dr. Qedrî Yildirim ya ji bo pêşxistina ziman û edeb û dîroka Kurd cihê pêzanînê ye û ji destdana kesayetiyeke wekî Dr Qedrî ziyaneke mezin e.”

Serok Barzanî sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat, kesûkar û hevalên xwedê jêrazî û hemû rewşenbîrên Kurdistanê kir û xwe bi hevbeşê xema wan zanî.

Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de got: “Ji xwedayê mezin hêvîdar im ruhê xwedê jêrazî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bide hemû aliyan.”

Kurdistan Haberleri

PWKê li Batmanê Jenosîda Dersîmê (Tertele)Bibîranî
Berdevkê PDKê: Me proseya siyasî ya Iraqê baykot nekiriye
Dema 7 salî bû ket destê DAIŞê û niha vegeriya warê bav û kalên xwe
Piştî şerê zêdetirî du mehan krîza aborî ya Îranê
CENTCOMê dest bi operasyona 'Projeya Azadiyê' li Tengava Hurmizê kir