Serok Barzanî ji hevpeymaniya Islah re: Mafê Kurdan rewa ye

Serok Barzanî ligel Emar Hekîm û şandeke bilind ji Hevpeymaniya Islah civiya.

Malpera fermî ya Serokê Barzanî ragihand, ku di dîdarekê de, şanda pilebilind ya Hevpeymaniya Islah, rol û pêgeha Serok Barzanî û Partiya Demokrat a Kurdistanê, di dema derbasbûyî û ya niha û pêşeroja Herêma Kurdistanê û Iraqê de, bilind nirxand û tekez kir, ku pêwîstiya Iraqê bi bereyeke nû ya pêwendiyên dostane di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de heye û pêwîst e pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bên çarekirin.

Herwiha şandê diyar kir, ku berî niha, Hevpeymaniya Islah piştevaniya xwe ji hersê piransîpan re dabû xuyakirin, ku Serok Barzanî wek bingeha pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê destnîşan kirbû. Ew jî ji Lihevkirin, Hevparî û Hevsengiyê pê hatine.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî ji wê şandê re got: Gelê Kurdistanê xwediyê dozeke rewa ye û tiştê ji PDKê re giring e, doza gelê Kurdistanê û çarekirina binpêkirinên dema derbasbûyî ye, ku beramberî mafên rewa yên gelê Kurdistanê hatine kirin û ji bo vê yekê jî, pêwîst e mîkanîzmên diyar û gerentiya pêbendiyê bi hersê piransîpên cihê behsê bê kirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin