Serok Barzanî ji Elî Zeydî re got: Ez serkeftinê ji te re dixwazim

.

Serok Mesûd Barzanî Serokwezîrê nû yê Îraqê pîroz kir û got, "Pîroz be û ez ji te re serkeftinê dixwazim."

Parlamentoya Îraqê îro kabîneya nû ya Îraqê pesend kir.

Di dengdana îro ya li Parlamentoya Îraqê de Elî Zeydî bi fermî wekî Serokwezîr dest bi kar kir.

Serok Mesûd Barzanî peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, Serok Mesûd Barzanî bi rêya telefonê "ji ber wergirtina baweriyê ya li Parlamentoya Îraqê û destbikarbûna wekî Serokwezîrê Îraqa Federal, pîrozbahî li Birêz Elî Falih Zeydî kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest."

14 wezîran dengên pêwîst bi dest xistin

Li Parlamentoya Îraqê ji bo namzedên wezaretan ên kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê deng hat dayîn.

Di dengdana îro ya li Parlamentoya Îraqê de Elî Zeydî bi fermî wekî Serokwezîr dest bi kar kir.

Ji 19 namzedan 14 namzeda dengên pêwîst ji bo wezîrtiyê bi dest xistin.

5 namzedan jî nekarî dengên pêwîst werbigirin.

Li Îraqê bi giştî 23 wezaret hene, li gorî vê yekê hîn divê 9 wezîrên din werin hilbijartin.

Kurdistan Haberleri

WAN - 45 akademîsyenên ji 6 welatan li ser ‘Melayê Bateyî û Mîrasa Wî’ axivîn
Suphî Ozgen ji ber dersa Kurdî ya vebijêrkî hat darizandin
Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê nû yê Îraqê pîroz kir
Parlamentoya Îraqê kabîneya Elî Zeydî pesend kir
PWK: Ji bo rêzlêgirtina mîr Celadet Bedirxan werin semînerê