Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Dr. Nemam Xefûrî peyamek serxweşiyê belav kir

.

 Bi boneya koça dawî ya Dr. Nemam Xefûrî ku 7 salan xizmeta koçber û penaberan kir û alîkariya Kurdên Êzîdî û Rojava kir, Serok Mesûd Barzanî peyamek belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Bi xemeke mezin ve nûçeya koça dawî ya Dr. Nemam Xefûrî gihîşt me ku li karê xêrxwazî û mirovî û bihanaveçûna koçber û xwişk û birayên me yên Êzîdiyan de roleke berbiçav hebû û kedeke wê ya zêde hebû.”

Serok Barzanî di peyama xwe ya arasteyî malbata Kake Ziyadê Koye kir de da zanîn: “Sersaxiyên xwe pêşkêşî we yên birêz û kesûkar û nasên we û hemû heval û hevkarên Doktore Nemam dikim. Ji Xwedayê mezin hêvîdar im ruha xwedê jêrazî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşe.”

Dr. Nemam Mehmûdaxa Kake Ziyad Xefûrî, bijîşka nexweşiyên dil û çalakvan û Rêvebera Joint Help for Kurdistan, ku rêxistineke Swêdî bû ji bo piştevanî û alîkariya Kurdistanê û bi taybetî ji bo xelkê Şengalê hatibû damezrandin, ji ber nexweşiya Koronayê, li nexweşxaneyeke Stokholmê canê xwe ji dest da.

Dr. Nemam ku welatê Swêdê dijiya, dema DAIŞê êrîşî Herêma Kurdistanê kir û Şengal dagir kir, wê rêxistineke mirovî bi alîkariya bijîşkên Kurd ên li Swêdê û çalakvanan damezrand û dest bi berhevkirina alîkariyan ji bo welatiyên Êzîdî yên ji êrîşên DAIŞê zerar dîtine, kir.

Kurdistan Haberleri

Gendeliya li Îraqê û bêparkirina Herêma Kurdistanê - Omer Ehmed*
Ji ber girtina parlamenterên gendelkar, civînên parlamentoyê hatin paşxistin
Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin