Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Dr Kemal Mezher peyameke sersaxiyê belav kir    

.

Serok Mesûd Barzanî ji bo koça dawî ya dîroknasê kurd Prof. Dr. Kemal Mezher Ehmed peyameke sersaxiyê belav kir.

Peyama Serok Barzanî wiha ye

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke zêde ve nûçeya koça dawî ya zana û dîroknivîsê gelê me Dr Kemal Mezher gihîşt me. Dr Kemal Mezher li temena xwe ya pir bi berhemî da xizmeteke zêde nivîsîna dîroka gelê xwe kir û kitêb û berhemên wî yên zanistî gencîneyekî girîng û bihadarin û bûne sedema dewlemendtirbûna tevgerên lêkolîn û zanist û kitêbxaneya Kurdî. Ji destdana mirovekî zanayê wekî Dr Kemal Mezher ji bo gelê me ziyaneke mezine.

Sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukar û hemû hevalên wî û navendên zanistî û ronakbîrî û hemû rewşenbîrên Kurdistanê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê xwedê jêrazî Dr Kemal Mezher bi dilovaniya xwe şad bike û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Mesûd Barzanî

16.03.2021

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye