Serok Barzanî: Îro rojeke dîrokî ye

.

Serok Mesûd Barzanî îro Yekşemê 25ê Îlonê di salvegera Referandûma Serxwebûna Kurdistanê de, beşdarî merasîma vekirina Pêncemîn Festîvala Rewşenbîrî ya Duhokê bû ku 135 nivîskaran ji her çar perçeyên Kurdistanê tê de beşdariyê dikin.

 Serok Mesûd di gotara xwe ya, Festîvala Rewşenbîrî ya Duhokê de got ku tişta herî metirsîdar li ser me ew e, dixwazin îradeya me û baweriya gelê me bişkînin ku niha meydana şer li ser milê rewşenbîr û nivîskaran e û divê plana nehez û dijminan pûç bikin.

Serok Barzanî bal kişand ser roja referandûma Serxwebûna Kurdistanê û anî ziman, Îro rojeke dîrokî ye, ez dest û çavên wan kesên ku xwe neçemandin û naçemînin maç dikim.”

Serok Mesûd Barzanî herwiha bibîr xist: “Dîroka gelê me tijî êş û jan e.. Nabe em xwe ji kesî zêdetir bihesibînin û xwe ji kesî kêmtir jî bibînin.”

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye