Serok Barzanî: Hîn hizra şovenîstî li Iraqê serdeste û înkara mafên gele Kurdistanê tê kirin

.

Serok Mesûd Barzanî di 33.yemîn salvegera kîmyabarana Helebcê de peyamek belav kir û ragehand, hîn deng û hizra şovenîstî li Iraqê serdeste.

Îro 16.03.2021ê serok Barzanî bi rêya pêgeha taybet a xwe ya civakî twitterê de belav kir û ragehand: ‘’Cîhê şermeke mezine piştî tewanê kîmyabaran Helebcê û ew jenosoîda li dijî xelkê Kurdistanê pêkhatiye, hîn deng û hizra şovenîstî li Iraqê serdeste û dijatiya mafên gelê Kurdistanê tê kirin.’’

Îro 33 sal li ser kîmyabarana Helebcê derbas dibe ku ji aliyê rejîma Beis ve pêkhat û ji ber wê jî 5 hezar hemwelatiyên bajar şehîd bûn û bi hezaran kesên din birîndar bûn, bi sedan kes jî belav bûn û ji malbatên xwe qut bûn.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin